Li Zanîngeha Efrînê xwandekaran dest bi îmtihanên dawiya salê kirin. Xwandekarên fakulteyê, ger van ezmûnan derbas bikin dê sala duyemîn jî bi serkeftî biqedînin.
Zankoya Efrînê du sal berê ji hêla Tirkiyê ve hatibû vekirin.
Li zanîngehê îmtihanên dawiya salê dest pê kirin.
320 xwendekar niha beşdarî ezmûnan bûn. Ew kelecanî ne û çav li rê ne ku derbasî pola sêyemîn bibin.
Mamoste dibêjin ev zanîngeh bû hêviyek û pêşerojek ji bo hemû xwendekarên li bajêr.
Xwendekar jî kêfxweş in û dixwazin beşên zanîngehê bêhtir bibin da ku herkes karibe li beşa ku hez dike bixwîne.