Li Efrînê fabrîqeyên tekstîlê ji nû ve vebûn

Ji cihê dengê çekan, dengê makîneyên dirûnê olan dide...

Li Efrînê fabrîqeyên tekstîlê ji nû ve vebûn

Piştî ku efrîn ji teroristan hat xilaskirin û pê ve li bajêr jiyaneke paq û ewle dest pê kir. Bajêr di her qadê de hêdî hêdî tê ser hemdê xwe. Li bajêr fabrîqeyên tekstîlê jî ji nû ve ketin fealiyetê. Ciwanên ku ji zilma rêxistina pkk-ypgê bûn mihacir vegeriyan warên xwe û bêtirs dixebitin.

Efrîna rengîn bi operasyona şaxa zeytûnê YA Tirkiyê ji rêxistina terori PKK/YPGê hat paqijkirin.

Piştî ewle û aramiyê gelê Efrînê vegeriya ser mal û milkê xwe û kargehên xwe ji nû ve vedikin.

Li bajar her ku diçe pişesazî geş dibe. Herî dawî fabrîqeya tekstîlê ya ku tê de 50 kes dixebitin ket faeliyetê.

Vebûna fabrîqeyê ji bo karkeran hêvîyeke mezin e. Efrînî bi keda destê xwe rizqê helal qezenç dikin.

Febrîqe bi garantoriya Artêşa Tirkiyê bênavber dişixul e. Cilûbergên ku bi modelên nû tên dirûn îxraç dibin.

Di fabrîqeya tekstîlê de bi giştî zarok û ciwan dixebitin.

Xortên ku ji ber zilm û zordariya PKKê reviyabûn Tirkiyeyê êdî vegeriyane ser axa xwe û bêtirs dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 12 Tîrmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE