Li Efrînê hafizên Quranê xelat wergirtin

Ji bo şagirtên ku Qurana pîroz hifz kirin merasîm hat lidarxistin.

Li Efrînê hafizên Quranê xelat wergirtin

Mıdûrıya Perwerdê ya Efrînê, bi saziya El Emîn re hafizên Quranê xelat kirin. Di merasîma xelatdayînê de 160 feqiyên ku Quran hifz kirin hatin xelatkirin.

160 xwendekarên Efrînî ku li Lîseya Îmam Xetibiyê dixwendin bûn hafiz…

Midûriyeta Perwerdê ya Efrînê û Saziya El Emîn ji bo hafizên nû, merasîmeke mezin çêkir.

Merasîmê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, bi qasîde û selewatan dewam kir.

Di merasîmê de 120 xort û 40 keçikên ciwan xelatên xwe wergirtin.

Mamoste û seydayên ciwanan jî ji bo hewl û xîreta wan xelatên xwe girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE