Li Efrînê hilberîna sabûnan dest pê kir

Bi rûnê zeytûnan salê 3 hezar ton sabûn tên hilberîn

Li Efrînê hilberîna sabûnan dest pê kir

Pıştî ku Efrîn ji terorîstan hat xilaskirin û pê ve jiyaneke pak û ewle dest pê kir. Li Efrîna rengîn fabrîkayên sabûnan jİ nû ve ketİn fealİyetê. Bİ rûnê zeytûnan salê 3 hezar ton sabûna nebatî tê hilberîn.

Li pîşesaziya Efrînê êdî di kulekên fabrîkayên endustrîyê de dû bilind dibe.

Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyeyê ya Azad di 18ê Adarê de bi Operasyona Şaxa Zeytûnê Efrîn ji terorê paqij kiribûn.

Li Efrîna rengîn jiyaneke nû, aram û ewle dest pê kir.

Gelê Efrînê vegeriya ser mal û milkê xwe û kargehên xwe vekirin.

Li derdaro Efrînê 23 milyon darên zeytûnan hene. Ji ber vê yekê endustrî jî li ser berhemên zeytûnan pêş dikeve.

Piştî zeytê bi cehfa zeytûnan vê carê sabûnên nebatî tên hilberîn.

Li Efrînê bi dehan fabrîqeyên sabûnan vebûn û salê 3 hezar ton sabûn tê çêkirin.

Sabûnên Efrînê ji her derdî re şîfa ne û îxracî dewletên Ewrupa û Rojhilata Navin dibin.

Sabûn ji bo aboriya Efrînê cihek girîng digire, hemwelatî jî bi dilekî rihet dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE