Li Efrînê Kursa hafiziyê ya diyanetê

50 hafizên Efrînî di şeva Mewlûdê de îcazetên xwe hildan

Li Efrînê Kursa hafiziyê ya diyanetê

Serokatiya Karên Diyanetê û miftitiya Hatayê piştî Operasyona Şaxa Zeytûnê li Efrînî kursa Hafiziyê vekir. Di nava salekê de 50 hafiz perwerde kirin. Ji bo hafizquranan di şeva mewlûdê de merasîma îcazetê hate lidarxistin.

Bernameya îcazetê li navenda Efrînî li mizgefta Ebubekirê

Siddik hate çêkirin.

Rayedarên Diyanetê, xelkê Efrînê û malbatên hafizan beşdarî bernameyê bûn.

Bernameyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Piştî axaftinan navê hafizan hebo hebo hatin xwendin û diyarî li wan hate belavkirin.

Hafizên ciwan û malbatên ji bo derfetên wiha spas dikin û dixwazin xwe pêşde bixin.

Koordînatorê Diyanetê yê Herêma Şaxa Zeytûnê İrfan Açik behsa xebatên xwe kirin.

Koordînatorê Diyanetê yê Herêma Şaxa Zeytûnê İrfan Açik: Ev nêzî selek û nîv e ku ez û hevalên xwe li herêma Şaxa Zeytûnê ya ji terorê hate paqijkirin, dixebitin.Gava em hatin herêmê bi taybetî mizgeft girtîbûn, gelek jî zirar dîtibûn. Me pêşî mizgeftên xwe tespîtkirin, paşê me ew tamîr û tadîlat kirin.

Di şeva mubarek de xelkê Efrînê ji bo aştiya herêmê dia kirin.

Bername îcazetê bi diayan qediya.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE