Türkiye li Efrînê xizmetên xwe yên ji bo gelê herêmê didomîne. Li navenda bajêr pirtûkxaneyek hat vekirin. Navê pirtûkxaneyê jî danîn "pirtûkxaneya qenciyê". Li vê derê pirtûkên kurdî, tirkî û erebî hene.
Wezareta Perwerdeyê ji bo pêşketina herêma Şaxa Zeytûnê xebatên xwe didomîne.
Li Efrînê li navenda çand û hunerê ya Anadoluyê pirtûkxaneyek hat vekirin.
Li vê pirtûkxaneyê pirtûkên Kurdî, Tirkî û Erebî hene.
Bi boneya vekirina pirtûkxaneyê merasîmek hat lidarxistin.
Ji Türkiyeyê û Efrînê rayedar û welatî beşdarî merasîmê bûn.
Di vekirina pirtûkxaneyê de ciwanên navenda Anadoluyê stran gotin.
Nîgarxêzan jî nîgarên xwe pêşkeşî mêvanan kirin.
Wezareta Perwerdeyê dike ku li Cerablûs, El Bab û Çobanbeyê jî pirtûkxane veke.