Misilman meha remezana bimbarek bi rojî û teatan derbas dikin. Li Efrînê jî, bi hatina Remezanê çarşî, bi xwarin û vexwarinên ji bo fitarê rengîn bû. Her wiha mizgeft jî bi gir û piçûkan tijî bûn.
Efrîn vê remezanê aram û ewle ye…
Misilmanên Efrînî rojiya xwe digrin û diçin terawihan.
Beriya fitarê li kolanên bajêr xwarin û vexwarinên tên firotin.
Nanê remezanê û ava sûsê gelekî diçin..
Gel ji ava sûsê re dibêje temer hindî û merûkan.
Piştî fitarê jî milet jî bi gir û piçûk berê xwa dide mizgeftan da ku nimêja terewîhê bike.