Li Efrînê mekteb vekirî ne

Li dibistanên gundê Omara û Badînayê dengê zarokan bilind dibe.

Li Efrînê mekteb vekirî ne

Li Efrînê wekî gelek waran, di warê perwerdê de jî hêdî hêdî sîstem rûdine.. Li gundê omarayê zarok bi dilekî rihet diçin mektebê û dersê dibînin.

Efrîn di her warî de tê ser hemdê xwe.

Li gelek deverên Efrînê mekteb vebûn û xwendekar diçin dersên xwe û tên.

Li gundê Omarayê jî dibistan vekirî ye. Ewilî 15 telebe hebûn lê vêga 100 zarok lê dersê dibînin.

Di tenefusan de zarok bi dilekî rihet ji xwe re dilîzin lê helbet gelek kêmasiyên mektebê hene.

Li mekteba Gundê Badînayê jî dengê zarokan bilind dibe.

Li wir dibistan nû vedibe. Mamoste, tevî xwendekaran mektebê paqij dikin û bi îmkanên xwe dibistanê didin hev.

Li wir kêmasiya herî mezin melzemeyên qirtasiyê ne.

Zarokên ku hêviyên wan gelek in, li benda alîkariyê ne.

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE