Li navenda bajarê Efrînê Weqfa Diyanetê, ligel Wezareta Ciwanî û Sporê ji bo zarokan mîhrîcanek li dar xist. Hewl tê dayîn ku zarok ji derûniya şer bên dûrxistin. Hemû zarokên kursên Quranê yên Efrînê bi saya mîhrîcanê li hev civiyan.
Ji bo ku moralê zarokan baştir be mîhrîcanek li darxistin. Weqfa Diyanetê li Efrînê ev mîhrîcan amade kir.
Li qada sporê ya navenda Efrînê mîhrîcan hat lidarxistin û hemû zarokên kursên Quranê yên Efrînê li vê derê civiyan.
Zarokan li vir têra dilê xwe cur bi cur lîstik lîstin. Bi vê mîhrîcanê zarokan kêf kirin û qasek be jî şer hat jibîrkirin.