Em di meha xêr û bereketê, di meha remezanê de ne.
Lê îsal ne wekî salên berê ye.
Ji ber vîrûsa koronayê xelk li malên xwe ye û nikare derkeve derve.
Ji ber vîrûsê li mizgeftan tenê bang tê dayîn.
Gel bi awayekî komî nimêj nake û naçe teravîhan.
welatî li malên xwe îbadetên xwe dikin.
Her wiha ji bo fitarê jî Efrînî naçin derekê û li malên xwe difitirin.