Weqfa Diyanetê Tirkiyê bi Serokatiya Karên Diyanetê re li Efrînê kursan didin mele û mûezînan. Piştî mulaqatan jî ew ê li Girêspî û Serêkaniyê dest bi kar bikin.
li mizgefta Ebû bekir a li bajarê Efrînê meleyên herêmê tên perwerdekirin.
Piştî mulaqatan, kesên bi ser bikevin wê li Serê kaniyê û Girêspî bên wezîfedarkirin.
Gelek mele û mûezzînan serî lê dan.
Mulaqatên ku ji aliyê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê ve tên kirin, sê rojan dewam kir.
rojê nêzî 50 îmam û mele ketin mulaqatê.
Ji wan wê 100, 150 mele û mûezzîn li mizgeftên bajêr werin wezîfedarkirin.
“em li vir mulaqata mele û îmaman dikin. Em dixwazin kesên serkeftî bişînin Serêkanî û Girêspî. Gelê wan deran ji mal û warên xwe hatibûn derxistin lê bi operasyona mertala firatê û şaxa zeytûnê vegeriyan. 150 îmam wê werin qebûlkirin û wê bên şandin Serêkanî û Girêspî. Ew ê li mizgeftan kar bikin û dersên Qur’anê bidin.”
Bi vî awayî wê mele û muezzîn li mizgeftan di meseleyên olî de xizmetê bidin gel