Li Efrînê bi serkêşiya ofîsa çandiniyê ji bo cotkaran xebateke alîkariyê hat kirin. Li 15 gundên bajêr li zêdetirî 150 kesî ji bo biçînin şitilên zebeş, petîx û bacanên sor hatin belavkirin.
Havîn hat û Efrînî bexçe û bostanên xwe diçînin.
Di destê hinekan de şitl hene, lê hinek ji wan şitlên wan tin in.
Ofîsa Çandiniyê ji bona cotkarên ku şitilên wan tinin xebateke alîkariyê da destpêkirin.
Peywirdarên ofîsê li 15 gundan lemikên zebeş, petîx û firingiyan dan zêdetirî 150 cotkarî.
Cotkar ji piştgiriyê razî ne û dibêjin em ê bi vê alîkariyê îdareya xwe bikin.