Êzîdiyên efrînê di bin tevdîrên li dijî koronayê de cejna çarşema sor pîroz dikin. êzîdiyên ku li gundê birc evdalo civiyan, ewilî çûn serdana goristanê, pişt re malên hev ziyaret kirin.
Êzîdiyên Efrînê cejna Çarşema Sor pîroz dikin.
Bi qasî 35 hezar Êzîdiyên ku li herêmê dijîn îsal cejna xwe ji ber vîrûsa koronayê di nav tevdîran de pîroz dikin.
Êzîdiyên ku li gundê Birc Evdalo dijîn, şeveqê çûn ser gorên xwe û ji miriyên xwe re dia kirin.
Piştî serdana goristanê ji bo eyda hev pîroz bikin çûn serdana malên hev.
Ji ber nexweşiya koronayê îsal çalakî û şahî nehatin çêkirin.
Misilmanên herêmê jî cejna cîranên xwe pîroz kirin.