Li Efrînê pêşbaziya bazdanê

Mexdûrên şer û astengdar beşdarî pêşbaziyê bûn

Li Efrînê pêşbaziya bazdanê

Li Qada Sporê Ya Efrînê her roj çalakiyên cûda tên lidarxistin.  ofîsa sporê ya bajêr di navbera mexdûrên şer û astengdaran de pêşbirka bazdanê li dar xist. piştî pêşbirkê astengdarên serkeftî xelat standin. 

 Midûriyeta Sporê ya Efrînê bi nave “EZ DIKARIM” pêşbirka bazdanê organîze kir.   

Kesên ku di şerê Sûriyê de ji dest an jî ji lingê xwe bûne beşdarî pêşbirkê bûn. 

Ji beşdariyên pêşbirkê:“em îro beşdarî sporê bûn. niha em ê futbolê jî bilîzin. înşallah dîsa em ê bi ser kevin û pêş ve biçin. rewşa me pir baş e û morala me pir bilind e. hemd ji xwedê re hemû xortên vir alîkarî dan lîstikvanên astengdar.” 

Lîstikvanên ku beşdarî çalakiyê bûn gelek kêfxweş bûn. Ji bo xizmetan jî sipasî rayedaran kirin.  

Ji beşdariyên pêşbirkê:“em îro hatin û beşdarî pêşbaziya bezê bûn. ez di pêşbirkê de bûm duyemîn. kesên hatin virê hemû hevalên min in û mirovên min in.  me bi hev dû re gelek kêf kir.” 

Di dawiya pêşbirkê de kesên ku bi ser ketin xelat û diyarî standin.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE