Li Efrînê pêşbaziya kişikê hat kirin

Bi dehan kişikbaz ji bo serkeftinê hatin pêşbaziyê.

Li Efrînê pêşbaziya kişikê hat kirin

Mûdurıyeta Sporê ya Efrînê ji bo kişikbazan pêşbaziya kişikê li dar xist. Bi qasî 60 kişikbazî li ser maseya kişikê hunerên xwe nîşan dan.

Li Efrînê xizmetên midûriya sporê berdewam in. Piştî pêşbirkên cuda niha jî midûriyê pêşbaziya kişikê li dar xist.

Bi dehan kişikbaz beşdarî pêşbaziyê bûn.

Pêşbazî ji 5 qonaxên cuda pêk hat. Di her turê de 12 kişikbaz lîstin.

Midûriya sporê ya Efrînê wê pêşbaziyên bi vî rengî bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE