Li Efrînê êrîşa terorê: 8 kuştî, 14 birîndar

Li navenda navçeya Efrînê di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî da 8 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn

Li Efrînê êrîşa terorê: 8 kuştî, 14 birîndar

Li navenda navçeya Efrîna li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê wesayîteke bombebarkirî teqiya û di encamê da 8 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn.

Li Efrînê di êrîşa terorê ya ku serê sibehê dora saet 07.00an hat kirin da kamyoneta ku depoya wê ya hewaya cemidî heye ya ku danîbûn bazara sebzeyan a navçeyê, hat teqandin.

Di bûyerê da li gorî encamên destpêkê 8 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn. Birîndarên ku hinek jê rewşa wan gelekî xedar e, rakirin nexweşxaneyê.

Eşkere bû ku di nava birîndaran da 2 zarok jî hene.

Ji ber êrîşê li bazara sebzeyan şewat jî derket.

Li navenda navçeya Efrînê ku 18ê Adara 2018an bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hatibû xilaskirin, terorîst car carî bi wesayîtên bombebarkirî sivîlan dikin hedefa xwe.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE