Li Efrînê êrîşa terorê: 9 kuştî, 43 birîndar

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Îro di saet 18.00an da li ser xaçerêya Çiqlê Zeytûnê ya Navend a Efrînê teqîn çêbû. Li gor agahiyên ewil 9 sivîl hatin kuştin û 43 sivîl jî birîndar bûn. Der barê bûyerê da lêkolîn dewam dikin û ji bo tesbîtkirina nasnameyan jî xebat tê kirin."

Li Efrînê êrîşa terorê: 9 kuştî, 43 birîndar

Li Efrîna ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hat paqijkirin bombeyeke di kamyonetekê da hatibû bicihkirin hat teqandin, 9 sivîl hatin kuştin, 43 sivîl jî birîndar bûn.

Li ser malpera înternetê ya Walîtiya Hatayê der barê êrîşê da daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Îro di saet 18.00an da li ser xaçerêya Çiqlê Zeytûnê ya Navend a Efrînê teqîn çêbû. Li gor agahiyên ewil 9 sivîl hatin kuştin û 43 sivîl jî birîndar bûn. Der barê bûyerê da lêkolîn dewam dikin û ji bo tesbîtkirina nasnameyan jî xebat tê kirin."

Hêzên ewlehiyê daxuyandin ku li herêmên ji terorê hatine paqijkirin êrîşên bibombe ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va tên kirin, lê ji ber ku di êrîşan da sivîl zirarê dibînin rêxistin van êrîşan hilnade ser xwe.

Terorîstên YPG/PKKyî li gor peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê ya ku di 22yê Cotmeha 2019an da çêbûbû divê ji navçeya Til Rifetê derketana. Rêxistin ji wir gelek caran êrîşî Bab, Ezez, Cerablus û Efrînê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE