Li Efrînê êrîşa terorê: Kuştiyek, 2 birîndar

Li navenda navçeya Efrîna ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin bombeya ku li kêleka rê hatibû bicîkirin hat teqandin. Di êrîşê da mensûbekî hêza polêsên herêmî mir 2 sivîl jî birîndar bûn.

Li Efrînê êrîşa terorê: Kuştiyek, 2 birîndar

Li navenda navçeya Efrîna li bakurê Sûriyeyê di encama êrîşa terorê ya bibombe da polêsek hat kuştin, 2 sivîl birîndar bûn.

Li navenda navçeya Efrîna ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin bombeya ku li kêleka rê hatibû bicîkirin hat teqandin. Di êrîşê da mensûbekî hêza polêsên herêmî mir 2 sivîl jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlehiyê radigihînin ku çalakiyên bibombe yên ku li herêmên ji terorê hatine xilaskirin ji hêla YPG/PKKyê va tên kirin lêbelê rêxistin ji ber ku zirarê dide sivîlan berpirsyariya van hilnade ser xwe.

Li navenda navçeya Efrînê di 24ê hezîranê da bombeya ku li ser motorsîkletê hatibû bicîkirin hatibû teqandin 2 sivîl mirbûn, 5 sivîl jî birîndar bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE