Li Efrînê tankera sotemeniyê ya bombebarkirî teqiya

Li navenda Efrînê tankera sotemeniyê ya bombebarkirî teqiya, li gorî tesbîtên ewil herî kêm 8 sivîl hatin kuştin, 35 sivîl jî birîndar bûn.

Li Efrînê tankera sotemeniyê ya bombebarkirî teqiya

Li navenda navçeya Efrînê ya Sûriyeyê tankera sotemeniyê ya bombebarkirî teqiya, li gor tesbîtên ewil herî kêm 8 sivîl hatin kuştin, 35 sivîl jî birîndar bûn.

Li başûrê navenda navçeya Efrînê li tanga Tîrendeyê tankera mazotê ya bombebarkirî hat teqandin.

Di teqînê da ligel tesîra bombeyê, mazota ku ji tankerê pekiya jî bû sedema şewatê.

Di êrîşa ku li derûberê zirareke mezin a madî çêbû da li gor tesbîtên ewilşl 8 sivîl hatin kuştin, 35 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekariyê li ser îhtimala, êrîş bi destê rêxistina terorê YPG/PKKyê hat kirin, disekinin.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji rêxistina terorê YPG/PKKyê xalî kiribû. Lêbelê rêxistina terorê ku hê jî li rojhilatê başûrê navçeyê li herêma Til Rifetê mewcûd e, car carî li Efrînê êrîşên terorê dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE