Rêxistina terorî li navenda Efrînê li sûkê wesayîta bombebarkirî teqand. Li gorî agahiyên dawî 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.
Li sûka li navenda Efrînê rêxistina terorî PYD/PKK wesayîteke bombebarkirî teqand.
Teqîn li navendê bû sedema xofeke mezin.
Li cihê teqînê bazar hebû û aramanca sereke sivîl bûn.
Hat zanîn 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha 20 kes jî birîndar bûne.
Birîndarên ku rewşa wan giran e bo nexweşxaneyên Kîlîsê hatin şandin.
Beriya operasyona ihtîmal a li ser rojhilatê firatê rêxistina terorî êrîşên bi vî awayî pêk tîne.
Çend roj berê li Cerablûs, El Bab û Ezezê jî êrîşên bi vî awayî pêk hatibûn.