Encûmeniya herêmî ya bajarê Efrînê, li navenda bajêr, xebatên binesaziyê didomîne. Herwiha xeta ava vexwarinê û ya ava qirêj beriya zivistanê, tê nûkirin.
Li Efrînê binesaziya bajêr, ji dema ku nifûsa bajêr 30 kes bû heta niha, tu carî nehatibû guhertin.
Ne dema rêjîmê, ne jî dema rêxistina terorî li Efrînê bû, tu xebat nehatin kirin.
Li bajêr niha xeta ava qirêj tê guhertin.
Xeta ava vexwarinê ya berê jî bi temamî tê rakirin û lûleyên nû tên danîn.
Encûmena bajêr, tevî saziyên Buhar Û El Mutehîdeyê, bi vî karî radibe.
Xeta navenda bajêr niha ji kolanên Welêt û Mehmudiyeyê tên guhertin.
Çav li rê ne ku beriya baran bibare 3 hezar û 500 mîtro xet were temamkirin.