Li Efrînê di warê werzîşê de xebat û xizmetên girîng tên kirin. piştî destpêka futbolê niha jî pêşbirkên basketbolê dest pê kirin.
Ewilî kêmasiyên bajêr hatin çareserkirin…
Pişt re jî tîm hatin hazirkirin…
Li bajarê Efrînê gelek çalakiyên werzîşê tên kirin.
Yek ji wan jî basketbol e.
Piştî qedandina stadyûma basketbolê niha tîm haziriyên xwe dikin.
Li bajêr bi tevahî 10 tîmên basketbolê hene ku ji wan 5 tîm ji keçikan pêk tên.
Di stadyûma basketbolê de pêşbirka ewil jî hat kirin.
Di pêşbaziya ewil de tîma Gelê Efrînê û tîma Ertuxrulê hatin hemberî hev.
Tîma Ertuxrulê pêşbirk qezenc kir.
Civan û gelê Efrînê ji van xizmetan gelek razî ne.