Li Efxanistanê 25 rêwî hatin revandin

Hat ragihandin ku 25 rêwiyên ku ji wilayeta Sarê Pul a li bakurê Efxanistanê diçû bajarê Mezarê Şerîfê hatin revandin.

Li Efxanistanê 25 rêwî hatin revandin

Hat ragihandin ku 25 rêwiyên ku ji wilayeta Sarê Pul a li bakurê Efxanistanê diçû bajarê Mezarê Şerîfê hatin revandin.

Berdevkê Walîtiya Belhê Munîr Ehmed Farhad got ku milîtanên Talîbanê 25 rêwiyên di du mînîbusên ku ji Sarê Pulê diçûn Mezarê Şerîfê li herêma Karasamê ya Mezarê Şerîfê ji wesayîtên wan peya kirin û ew revandin.

Farhad diyar kir ku kesên hatine revandin sivîl in û ji bo serbestberdana rêwiyan xebat dan destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji Talîbanê hat dayîn de jî hat îdiakirin ku kesên ku rewî revandin bi rêxistinê re têkildar nînin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 09:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE