Li Efxanistanê balafirên NATOyê bi şaşî li sivîlan xist

Sivîlek mir, 4 sivîl birîndar bûn

Li Efxanistanê balafirên NATOyê bi şaşî li sivîlan xist

Hat ragihandin ku li Logara wilayeta Efxanistanê balafirên hêzên NATOyê bi şaşî sivîlan xist.

Serokê Şêwra Bajarê Logarê Hesîbullah Stanîkzey daxuyanî da rojnamegeran û got ku balafirên hêzên NATOyê di operasyona dijî Talibanê da bi şaşî li gundê Babusê yê Logarê li malên sivîlan xistin.

Stanîkzey diyar kir ku li gor tesbîtên ewil di êrîşê da sivîlek mir, 4 sivîl jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din va Serokomarê berê yê Efxanistanê Hamid Karzaî daxuyaniya nivîskî da û xwest ku NATO êrîşên dijî sivîlan bide sekinandin.

NATOyê hê der barê mijarê da tu daxuyanî nedaye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE