Li Efxanistanê bi hewanê êrîşî dewatê kirin: 7 kuştî

Berdevkê Midûriya Ewlehiyê ya Kapîsayê Şayik Şurîş daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, milîtanên Talibanê guleyeke hewanê avêt û gule li gundê Enarcuyê yê Kapîsayê li dewatê ket. 

Li Efxanistanê bi hewanê êrîşî dewatê kirin: 7 kuştî

Li Kapîsaya wilayeta Efxanistanê Talibanê bi hewanan êrîş kir û 7 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Midûriya Ewlehiyê ya Kapîsayê Şayik Şurîş daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, milîtanên Talibanê guleyeke hewanê avêt û gule li gundê Enarcuyê yê Kapîsayê li dewatê ket. 

Şurîş got ku di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin, 4 sivîl birîndar bûn, di nav kuştiyan da zarok jî hene.

Talibanê jî îdia kir ku hêzên asayîşê êrîşa hewanê kir.

Ji aliyekê va ji bo ku li welêt îstiqrar çêbibe xebat dewam dikin, ji aliyê din va êrîş dewam dikin.

Ji aliyê din va li got hikûmeta Efxanistanê nêzî mehekê ye hêzên biyanî dest bi vekişînê kirine û ji wê demê vir va li welêt bûyerên tundiyê zêde bûn.

Her wiha Mîsyona Alîkariyê ya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) daxuyandibû ku li Efxanistanê di çaryeka ewil a 2021ê da 573 sivîl hatin kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE