Li Efxanistanê li Kalata bajarê navenda wilayeta Zabulê li ber avahiya îstixbaratê bi wesaîta bombebarkirî êrîş hat kirin û ji ber êrîşê 7 kes hatin kuştin û 93 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên rayedarên ewlehiyê li texma herêma ku êrîş hat kirin Nexweşxaneya Zabulê jî heye û nexweş û xizmên wan jî birîndar bûne.
Gul Îslam Siyalê Berdevkê Walîtiya Zabulê daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji ber êrîşê 7 kes hatin kuştin û 93 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin îhtimal heye jimara kesên kuştî û birîndar zêde bibe.AA