Li Efxanistanê di 20 salan da ji 2 hezar û 400î bêtir eskerên Amerîkayê hatin kuştin

Li Efxanistanê di 20 salan da ji 2 hezar û 400î bêtir eskerên Amerîkayê hatin kuştin

Di şerê herî dirêj ê Amerîkayê yê ku li Efxanistanê 20 salan kişand da zêdeyî 2 hezar û 400 eskerên Amerîkayî hatin kuştin.

Associated Pressê berdêla ku Amerîkayê di şerê Efxanistanê yê ku di 20 salan da kuta bû, da hev.

Amerîka piştî êrîşên terorê yên di 11ê Îlona 2001ê da ketibû Efxanistanê û ev yek ji bo herdu aliyan jî bûbû sedema ziyaneke mezin û di şer da heta niha zêdeyî 172 hezar kesî hatin kuştin.

Di şerê ku 20 salan domand da 2 hezar û 448 eskerên Amerîkayê hatin kuştin, her wisa hejmara Efxanên ku ji bo Amerîkayê xebitîn û hatin kuştin jî wekî 3 hezar û 846 derbasî qeydan bû.

Tesîra herî mezin jî li ser sivîlên Efxan çêbû û di şer da 47 hezar û 245 Efxan hatin kuştin.

Her wisa bi qasî 66 hezar eskerên artêşa Efxan hatin kuştin ku li hemberî Talibanê têk çû. Dîsa 51 hezar û 191 mensûbên Taliban û yên komên mixalifên din hatin kuştin.

Ji NATO û welatên din ên li Efxanistanê peywir bi cih anîn jî 1144 esker hatin kuştin.

Dîsa li Efxanistanê heta niha 444 xebatkarên alîkariya mirovî û 72 jî rojnameger hatin kuştin.

Maliyeta şerên Efxanistan û Iraqê ya ji bo Amerîkaya ku ji sala 2020î vir va bi deyndarî fînanse dike, zêdeyî 2 trilyon dolarî ye. Her wisa tê pêşbînîkirin, heya 2050yî faîza vî deynî dê derkeve 6,5 trilyon dolarî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE