Li Efxanistanê di 5 salên dawîn da 4 milyon kes ji cî û warên xwe bûne

Sayed Huseyîn Alimî Belhî destnîşan kir sedema sereke ya koçberiyê şerê navxweyî ye û got ku di 5 salên dawîn da ji ber pevçûn û şertên aboriyê li tevahiya welêt 4 milyon kes ji cî û warên xwe bûne.

Li Efxanistanê di 5 salên dawîn da 4 milyon kes ji cî û warên xwe bûne

 Sayed Huseyîn Alimî Belhiyê Wezîrê Koçberan yê Efxanistanê destnîşan kir di nav 5 salên dawîn da 4 milyon kes ji cî û warên xwe bûne.

Belhî li paytext Kabulê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û diyar kir Wezareta Koçberan ji bona pirsgirêkên koçberên navxweyî yên li Efxanistanê hewl dide.

Sayed Huseyîn Alimî Belhî destnîşan kir sedema sereke ya koçberiyê şerê navxweyî ye û got ku di 5 salên dawîn da ji ber pevçûn û şertên aboriyê li tevahiya welêt 4 milyon kes ji cî û warên xwe bûne.

Belhî diyar kir ji 4 milyonî alîkariya 2 milyonî dikin û got ku li Efxanistanê pirsgirêka herî mezin koçberî ye û heger aştî çêbe wê ev pirsgirêk ji holê rabe.

Li gor agahiyên Wezareta Koçberan piraniya koçberan ji ber ku ewlehî li gor ciyên din baş e li kampên li Kabulê da dimînin.

Li kampan di salên dawîn da rewş her diçe xirab dibe û piraniya kesên di kampan da dimînin ji xizmetên tenduristiyê îstifade nakin û gelek zarok naçin dibistanê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE