Li Efxanistanê di mitînga hilbijartinê da êrîşa bombeyî

Di mitînga hilbijartinê ya ku Eşref Xeniyê Serokomarê Efxanistanê beşdar bû da êrîşa bombeyî hat kirin.

Li Efxanistanê di mitînga hilbijartinê da êrîşa bombeyî

Hat ragihandin di mitînga hilbijartinê ya Eşref Xeniyê Serokomarê Efxanistanê beşdar bû da ji ber êrîşa xwekujiyê 26 kes hatin kuştin.

Nasrat Rehimiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî destnîşan kir ku êrîşkar bombeya ku kiribû motorbisqilêtê li Cengel Baxa herêma li wilayeta Parwanê li texma qerebalixa ku ji bona mitîngê kom bû da teqand.

Rehimî diyar kir di êrîşê da 22 jê sivîl 26 kes hatin kuştin û 42 sivîl jî birîndar bûn.

Qasim Sengînê Serhekîmê Nexweşxaneya Parwanê diyar kir ji birîndaran rewşa 11 kesan giran e.

Li gor agahiyên şahidan di dema êrîşê da Eşref Xeniyê Serokomarê Efxanistanê li qada mitîngê bû û sax û silamet ji êrîşê xilas bûye.

Talibanê êrîş hilda ser xwe.

Li Efxanistanê hilbijartina serokomariyê wê di 28ê Îlonê da bê kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE