Hat ragihandin li Kabula paytextê Efxanistanê li mizgeftekê dema nimêja înê êrîşa bombeyî hat kirin û di êrîşê da alimekî dînî hat kuştin û 16 kes birîndar bûn.
Nasrat Rehimiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir li Kabulê li Mizgefta El Teqwayê dema nimêja înê êrîşa bombeyî hat kirin û di êrîşê da alimekî dînî hat kuştin.
Rehimî diyar kir di êrîşê da 16 kes jî birîndar bûn û got ku hê nayê zanîn ku êrîş çawa hatiye kirin.
Li gorî agahiyan hê kesî êrîş hilnedaye stûyê xwe. AA