Li Efxanistanê di pevçûna bi Talîbanê ra 25 hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Hicrî destnîşan kir di pevçûnên di heman demê da 25 hêzên ewlehiyê û 16 milîtan hatin kuştin.

Li Efxanistanê di pevçûna bi Talîbanê ra 25 hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Li Xocayî Gar û Baharaka navçeyên Tahara wilayeta li rojhilatê bakurê Efxanistanê di navbera milîtanên Talîbanê û hêzên ewlehiyê da pevçûn derketin û 25 hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Cewad Hicriyê Berdevkê Walîtiya Taharê daxuyanî da çapemeniyê û got ku li navçeyên Xocayî Gar û Baharakê di navbera milîtanên Talîbanê û hêzên ewlehiyê da pevçûn derketin.

Hicrî destnîşan kir di pevçûnên di heman demê da 25 hêzên ewlehiyê û 16 milîtan hatin kuştin.

Qeyyum Heyretê Serhekimê Nexweşxaneya Taharê îdia kir ku di pevçûnê da 34 hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Wek mayîn hatibû destnîşankirin di pevçûna li Baharakê da Amirê Ewlehiya Taharê Raz Mihemmed Durandiş hatiye kuştin.

Talîbanê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE