Li Efxanistanê di êrîşa dijî girtîgehê da 13 kes hatin kuştin

Li Efxanistanê di êrîşa dijî girtîgehê da 13 kes hatin kuştin

Li Nangarhar wilayeta li rojhilatê Efxanistanê di êrîşa çekdarî û bombeyî ya dijî girtîgehê da 13 kes hatin kuştin.

Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Xogyanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşkarek bi wesaîteke bombebarkirî êrîşî deriyê girtîgehê dike û peyra êrîşkarên din dikevin hundir û bi hêzên ewlehiyê ra dikevin pevçûnê.

Xogyanî diyar kir di pevçûna ku bi saetan dewam kir da 3 êrîşkar hatin berterefkirin û operasyona dijî êrîşkaran didome.

Berdevkê Walîtiya Nangarharê Xogyanî destnîşan kir di êrîşê da 13 kes hatin kuştin û 42 kes birîndar bûn.

Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE