Li Efxanistanê di êrîşa hêzên NATOyê da 11 sivîl hatin kuştin

Hedîd destnîşan kir ku di êrîşê da 11 sivîl hatin kuştin, 8ê wan jî zarok in.

Li Efxanistanê di êrîşa hêzên NATOyê da 11 sivîl hatin kuştin

Li Koşkê Rubatsengiya navçeya Herata wîlayeta Efxanistanê teyareya bêmirov a hêzên NATOyê êrîşî wesayîta sivîlan kir, di êrîşê da 11 kes hatin kuştin.

Mehdî Hedîdê Wekîlê Şûreya Bajêr a Heratê daxuyanî da û diyar kir ku teyareya bêmirov a yekîneyên NATOyê li Koşkê Kuhnaya herêma Koşkê Rubatsengiya navçe êrîşî wesayîta sivîlan kir.

Hedîd destnîşan kir ku di êrîşê da 11 sivîl hatin kuştin, 8ê wan jî zarok in.

Ceylanî Ferhadê Berdevkê Walîtiya Heratê jî diyar kir ku di êrîşê da 3 endamên Talîbanê hatin kuştin der barê kuştina sivîlan da lêpirsîn dan destpêkirin.

Elî Canê di êrîşê da eqrebeyên wî hatin kuştin got, "Eqrebeyên me dema bi wesayîtê diçûn mala xwe merûzî êrîşa teyareya bêmirov man, di wesayîê da tu endamekî rêxistina terorê tunebû."

Li Heratê eskerên Amerîkayê yên di banê NATOyê da wezifeyê dikin hene.

- Êrîşa bi hewanê: Kuştiyek û 9 birîndar

Wekî mayîn li Kunduza wîlayeta Efxanistanê topa hewanê ya Talîbanê avêt di ser melakê da ket, di teqînê da sivîlek hat kuştin û 9 sivîl birîndar bûn.

Esmatillah Mûradiyê Berdevkê Walîtiya Kunduzê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li navenda Kunduzê topa hewanê ya Talîbanê avêt di ser maleke sivîlan da ket.

Mûradî destnîşan kir ku di êrîşê da sivîlek hat kuştin, 9 kesên di nav wan da zarok jî hene birîndar bûn.

Talîbanê hê der barê mijarê da daxuyanî neda.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE