Milîtanên Talibanê li wilayeta Badgîsayê ya li rojavayê Efxanistanê êrîşî qereqola cerdevanan kirin û di êrîşê da 13 parêzvan hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Badgîsê Necmuddîn Burhanî daxuyanî da çapemeniyê û got ku milîtanan li Lamana herêma Badgîsê êrîşî qereqola parêzvanan kirin.
Burhanî destnîşan kir êrîşê da 13 parêzvan hatin kuştin û milîtanan 7 parêzvan jî dîl girtine.AA