Li Efxanistanê di êrîşa Talibanê da 5 polês hatin kuştin

Li Efxanistanê di êrîşa Talibanê da 5 polês hatin kuştin

Milîtanên Talibanê êrîşî navçeya Tegabê ya li ser Kapîsa wilayeta Efxanistanê kir û di êrîşê da 5 polês hatin kuştin.

Berdevkê Midûriya Ewlehiyê ya Kapîsayê Ebdul Şayik Şurîş daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku milîtanan bi çekan êrîşî navenda navçeya Tegabê kir.

Şurîş diyar kir ku di êrîşê da 5 polês hatin kuştin, 7 wezîfedarên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Şurîş daxuyand, piştî êrîşê pevçûn derket û ji milîtanan jî hinek hatin kuştin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Efxanistanê daxuyand ku milîtanên Talibanê di 24 saetên dawîn da li 15 wilayetên welêt êrîş kirin. 

Ji aliyê din va ji bo ku şerê salan ê li Efxanistanê kuta bibe, duh di navbera Taliban û Efxanan da li Dohaya paytextê Qeterê mizakereyan dest pê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE