Li Efxanistanê di teqîna guleya hewanê da 4 zarok hatin kuştin

Hakimî daxuyand, di teqînê da 4 zarok hatin kuştin.

Li Efxanistanê di teqîna guleya hewanê da 4 zarok hatin kuştin

 Li wilayeta Kandaharê ya li başûrê Efxanistanê, guleya hewanê teqiya û 4 zarok hatin kuştin.

Berpirsê çapemeniyê Midûriya Ewlehiyê ya Kandaharê ya rêvebiriya Talibanê Mihemed Asif Hakimî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, li navçeya Şahwelî Kotê ya Kandaharê zarokan bi guleya hewanê ya ku ji şerê salên borî maye, leyîst û gule teqiya.

Hakimî daxuyand, di teqînê da 4 zarok hatin kuştin.

Wezareta Karên Navxweyî ya hikûmeta berwext a Talibanê daxuyand, ji bo ku bûyerên bi vî rengî dernekevin muhimatên neteqiyayî wê werin berhevkirin.

Li wilayetên cuda yên welêt berî niha jî di bûyerên vî rengî da zarok miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE