Li Efxanistanê dijî qereqola eskerî êrîş: 9 kuştî

Li Efxanistanê bi wesaîta bombebarkirî dijî qereqola eskerî êrîş hat kirin: 9 kuştî

Li Efxanistanê dijî qereqola eskerî êrîş: 9 kuştî

 Li Helmanda wilayeta li başûrê Efxanistanê bi wesaîta bombebarkirî dijî qereqola eskerî êrîşa xwekujiyê hat kirin û 9 kes hatin kuştin.

Omer Zuwaqê Berdevkê Walîtiya Helmandê daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir bi wesaîta bombebarkirî li Wazîra herêma li Helmandê dijî qereqola eskerî êrîşa xwekujiyê hatiye kirin.

Zuwaq diyar kir ji ber êrîşê 5 hêzên ewlehiyê û 4 sivîl hatine kuştin û zarokek jî birîndar bû.

Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE