"Li Efxanistanê em dijî dewleteke pararel in"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo: Li Efxanistanê em dijî dewleteke pararel in

"Li Efxanistanê em dijî dewleteke pararel in"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo daxuyand ew piştgiriyê didin Efxanistaneke yekgirtî û serbixwe, lê ew hewldanên avakirina hikûmeteke paralel a li welêt qebûl nakin.

Pompeo di daxuyaniya xwe ya nivîskî da behsa hilbijartina serokomariyê ya dawîn a li Efxanistanê kir, got herdu namzedan jî qezenc kiriye û der barê pêvajoya aştiyê da axivî.

Wezîr Pompeo anî ziman ji bo ku Efxanistan bigihêje îstiqrar û serxwebûnê wan gelekî hewl daye û Serokomar Eşref Ganiyê ku dîsa hat hilbijartin daxuyand ewê hikûmeteke girîngiyê dide aştiyê ava bike ku ew ji ber vê daxuyaniyê kêfxweş in.

Pompeo wiha got: "Amerîka dizane gelê Efxan bêriya aştiyê kiriye, ji ber ku herdu alî li hev bikin dixebite û bi biryar e ku hemû partiyan ber bi vê hedefê va bibe."

Pompeo daxuyand ew hewldanên avakirina hikûmeteke paralel a li welêt qebûl nakin û wiha dewam kir: "Peymana Amerîka-Talibanê û Danezana Hevpar a Amerîka-Efxanistanê derfeteke dîrokî dide me. Hikûmeteke her aliyî di xwe da dihewîne û Efxanistaneke yekgirtî ji bo dahatûya welêt û pêkanîna aştiyê pir girîng e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE