Li Nuristana wîlayeta Efxanistanê ku li ser sînorê Pakistanê ye lehî rabûbû û hejmara kesên heta niha can dane gihîşt 60 kesî.
Waliyê Nuristanê Hafiz Ebdil Qeyûm daxuyanî da çapemeniyê bi bîr xist ku li Kamdîşa navçeya Nuristanê ji ber barana zêde di 29ê tîrmehê da lehî rabû.
Qeyûm destnîşan kir ku hejmara kesên ji ber lehiyê can dan gihîşt 60î û ji 150 kesên winda bûne jî tu xeber tuneye.
Qeyûm got ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.AA