Li Efxanistanê hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bû

Li Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya li mizgeftê da hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bû

Li Efxanistanê hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bû

Li Sayed Abada herêma Kunduza wilayeta li bakurê Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya li mizgefteke Şiiyan da hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bû.

Li gor agahiyên ji Nexweşxaneya Bijîşkên Sînornenas ya li Kunduzê hat hildan hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bûye.

Misyona Alîkariyê ya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) jî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li gor agahiyên ewil hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bûye.

Berdevkê Talibanê Zabîhullah Micahîd destnîşan kiribû li herêma Sayed Abada Kunduzê piştî nimêja înê li mizgefteke Şiiyan êrîşa bombeyî hatiye kirin.

Micahîdê diyar kiribû kuştî û birîndar hene gotibû ku hêzên Talibanê çûne herêmê û der barê êrîşê da lêkolîn dane destpêkirin.

Li gor agahiyan êrîşa xwekujiyê hatiye kirin û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

Hêzên Talibanê rêyên diçin mizgeftê girtine.

Li Efxanistanê piraniya êrîşên dijî Şiiyan DEAŞa rêxistina terorê hildabûn ser xwe. Her wiha DEAŞê piraniya êrîşên piştî 31ê Tebaxê hatibûn kirin jî hildabûn ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE