Li Efxanistanê helîkopter ket

Di qezayê de 25 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Efxanistanê helîkopter ket

Li Efxanistanê helîkoptereke leşkerî ket. Di bûyerê de hin rayedarên palebilind jî tê de 25 kesî jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li Feraha li başûrê rojavayê Exfanistanê qewimî.

Helîkoptera ku diçû bajarê Heratê, piştî rabû qederekê ket.

Hin rayedarên payabilind jî tê de 25 kesên di helîpoterê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, ji ber hewaya xirab kontrola helîkopterê ji destê pîlot çûye.

Talîbanê jî got: “Helîkopter ji aliyê milîtanên me hatiye xistin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE