Li Efxanistanê helîkoptera eskerî ket xwarê: 3 mirî

Li Efxanistanê helîkoptera eskerî ket xwarê: 3 mirî

Li parêzgeha Meydan Werdekê ya Efxanistanê li navçeya Çegatûyê helîkoptera eskerî ya cure MI-17 ket xwarê û di encamê da 3 kes mirin.

Wezareta Parastinê diyar kir, helîkoptera eskerî ya cure MI-17 ji ber erizeya teknîkî li navçeya Çegatûyê ket xwarê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, di qezayê da 3 kesên di helîkopterê da mirin, yek jî birîndar bû.

Ji aliyekî din va di daxuyaniya Talibanê da jî hat îdiakirin ku milîtanan helîkopter kir armanc û daxist.

Li Efxanistanê ji bo ku rêtina xwînê bisekine, li aliyekî hewlên mizakereyên aştiyê didomin, lê li aliyekî din jî bûyerên tundiyê berdewam in.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Efxanistanê Rehmetullah Ender 5ê Hezîranê diyar kiribû, Talibanê meha Gulanê 1455 êrîş pêk anîn, di êrîşan da herî zêde jî sivîl hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE