Li Efxanistanê ji ber lehiyê 14 kes mirin

Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylanî Ferhad daxuyanî da çapemeniyê û got ku li Adraskena navçeya Heratê ji ber baranê lehî rabûye.

Li Efxanistanê ji ber lehiyê 14 kes mirin

Li Herata wilayeta li rojavayê Efxanistanê ji ber lehiyê 14 kes mirin.

Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylanî Ferhad daxuyanî da çapemeniyê û got ku li Adraskena navçeya Heratê ji ber baranê lehî rabûye.

Ferhad destnîşan kir ku ji ber lehiyê 14 kes mirine û gelek heywan jî telef bûne.

Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylanî Ferhad got li Ubaya navçeya Heratê jî lehî çêbûye û der barê mirî û birîndaran da hê agahî tuneye.

Ferhad destnîşan kir ku gelek xanî di bin avê da mane û xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE