Li Efxanistanê kontrola 3 navçeyan ji Talibanê derbasî komên herêmî bû

Li Efxanistanê kontrola 3 navçeyan ji Talibanê derbasî komên herêmî bû

 Li parêzgeha Baxlanê ya Efxanistanê kontrola 3 navçeyan ji Talibanê derbasî komên herêmî û hêzên girêdayî rêveberiya berê bû.

Di nûçeya qanala Efxanistanê "Tolo News"ê da ya ku spart çavkaniyên herêmî, di navbera komên herêmî û hêzên Talibanê da pevçûnên mezin qewimîn û ji herdu aliyan jî bi giranî kuştî dan.

Hat ragihandin, di encama şer û pevçûnê da kontrola navçeyên parêzgeha Baxlanê Pûlê Hîsar, Deh Salah û Endarabê ket destê komên herêmî û hêzên girêdayî rêveberiya berê.

Li hersê navçeyan bi piranî Tacik bi qasî 100 hezar kesî dijîn.

Hat destnîşankirin, ji roja ku Talibanê dest danî ser Kabulê û vir va ev cara yekemîn e ku di navbera aliyan da şer derdikeve.

Talibanê li welêt ji navendên 34 parêzgehan jê yên 33yan kirine bin kontrola xwe. Lêbelê Pencşêra li bakurê Kabulê yekane parêzgeh e ku tevî hemû navçeyên xwe neketiye bin kontrola Talibanê.

Ji xeynî van, ew yek jî tê zanîn ku li parêzgehên wekî Kabul, Perwan, Kapisa û Meydan Werdekê kontrola hinek navçeyan di destê komên herêmî da ye.

Ji berdevkên Talibanê Mihemed Naîm ji BBC Farisî ra axivî û der heqê rewşa li Pencşêrê da wiha got, "Em ê pirsgirêka Pencşêrê an bi diyalogê an jî bi emilandina hêzê va çareser bikin."

Ji ber çiyayên asê û erdnîgariya wê ya dijwar, tê diyarkirin ku bidestxistina Pencşêrê ne hêsan e.

Ehmed Mesûdê kurê Ehmed Şah Mesûdê fermandarê navdar ê Efxan ê Pencşêrî yê ku li dijî dagiriya Sovyetê serkêşiya berxwedanê kir, daxuyandibû ku ew serkêşiya komên herêmî yên li parêzgeha Pencşêrê dike û her wiha bangî gel kiribû ku li dijî Talibanê şer bikin.

- Pêvajoya bidestxistina welêt ya Talibanê

Li gorî peymana di navbera Amerîka û Talibanê da ya Sibata 2020î hêzên navneteweyî ji Efxanistanê vekişiyan.

Li gorî vê peymanê Talibanê êrîşî hêzên biyanî neke, lê ji bo hêzên Efxan tu hikmek nehat dayîn.

Talibanê ji meha hezîranê pê va Efxanistanê êrîşên xwe zêde kir û yek bi yek navçe bi dest xistin. Di nav meha dawîn da jî navendên wîlayetan bi dest xist.

Serokomar Eşref Xenî di 15ê tebaxê da terka welêt kir û hêzên hikûmetê jî ji paytextê derketin.

Talibanê bê pevçûn kontrola paytext Kabulê bi dest xist.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE