Li Faryab û Belxa wîlayetên Efxanistanê ji ber barana gur lehî rabû û di lehiyê da 9 meriv mirin.
Ehmed Cawîd Bîdarê Berdevkê Walîtiya Faryabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li wîlayetê çend roj in baran dewam dike û ji ber vê jî lehî rabû.
Bîdar destnîşan kir ku 8 kes di lehiyê da biroda çûn û xeniqîn, 11 kes jî birîndar bûn.
Bîdar diyar kir ku ji ber lehiyê 400 dikan û hezar û 500 xanî xirab bûn.
Wekî mayîn Rehmetullah Zahidê Serokê Îdareya Têkoşîna Dijî Afatên Tebiî ya Belxê jî destnîşan kir ku li Çemtal, Dehdadî û Nehrê Şahiya navçeyên Belxê lehî rabû û kesek di lehiyê da mir.
Zahid got ku ava lehiyê da ser bi sedan xaniyan û zirar çêbû.