Li parêzgeha Xezneyê ya Efxanistanê, di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya dijî yekîneya eskerî da 7 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryen di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku li dijî yekîneya eskerî ya li herêma Kotal Rewza ya Xezneyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin.
Aryen diyar kir ku di êrîşê da 7 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin, 16 peywirdarên ewlekariyê jî birîndar bûn.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
AA