Li Efxanistanê navendên 2 wilayetan ketin destê Talibanê

Nîlufer Ezîza Cîgira Şêwra Bajarê Nangarharê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, Talibanê Celalabada navenda Nangarharê bi dest xist.

Li Efxanistanê navendên 2 wilayetan ketin destê Talibanê

 Bajarên Celalabad û Nîlîyê ku navendên wilayetên Nangarhar û Daykundiyê ne û dikevin rojhilatê Efxanistanê, ketin destê Talibanê.

Nîlufer Ezîza Cîgira Şêwra Bajarê Nangarharê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, Talibanê Celalabada navenda Nangarharê bi dest xist.

Ezîzê diyar kir, bajêr bê pevçûn ket destê Talibanê û got ku hin rayedar revîn Kabula paytext.

Gayret Elî Cewahîrîyê Cîgirê Şêwra Bajarê Daykundiyê diyar kir ku milîtanan duh serê sibehê dijî bajarê Nîlîyê yê navenda Daykundiyê êrîş da destpêkirin.

Cewahîrî git ku di encama êrîşê da bajêr ket destê Talibanê, hêzên ewlehiyê jî bajêr hişt û revîn.

Duh êvarê jî bajarên Meymene û Mezarê Şerîf ku navendên wilayetên Faryab û Belhê ne û dikevin bakurê welêt, ketibûn destê Talibanê.

Talibanê navendên wîlayetan bi dest dixe

Piştî ku Amerîkayê biryar da ku eskerên xwe ji Efxanistanê bikişîne û hevdîtinên aştiyê yên rêvebiriya Efxan û Talibanê serkeftîn nebûn, êrîşên Talibanê zêde bûn û rêxistin navendên wîlayetên li bakur yek bi yek bi dest dixe.

Talibanmê ji hezîranê vir va bi dehan navçe bi dest xistin û niha jî berê xwe daye navendên wilayetan.

Hêzên NATOyê wê di 11ê Îlona 2021î da ji welêt vekişin. Li gor Peymana Dohayê ya di navbera Amerîka û Talibanê da rêxistinê beriya vê êrîşî navendên wîlayetan nekira. Lê Talibanê êrîşên esmanî yên Amerîkayê hincet nîşan da û dest bi êrîşên navendên wîlayetan kir.

Talibanê bi tevahî 25 navendên wîlayetan ji hêzên hikûmeta Efxanistanê standin. Vê gavê tenê navendên 9 wilayetan di destê rêvebiriya Kabulê da mane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE