Li Efxanistanê êrîş: 2 kuştî, 3 birîndar

Berdevkê Midûriya Ewlehiya Kapîsayê Ebdul Şukur Şayîk ji rojnamevanan ra daxuyand milîtanan êrîşî navenda navçeya Nîcrabê kirin, paşê pevçûn derket.

Li Efxanistanê êrîş: 2 kuştî, 3 birîndar

Milîtanên Talibanê êrîşî Nîcraba navçeya Kapîsa Efxanistanê kirin, di êrîşê da 2 polês hatin kuştin.

Berdevkê Midûriya Ewlehiya Kapîsayê Ebdul Şukur Şayîk ji rojnamevanan ra daxuyand milîtanan êrîşî navenda navçeya Nîcrabê kirin, paşê pevçûn derket.

Şayîk got di pevçûnê da 2 polês hatine kuştin, 3 polês jî birîndar bûn.

Şayîk anî ziman di pevçûnê da 10 milîtan hatine kuştin, 13 milîtan jî birîndar bûne.

Talibanê jî daxuyand ku piştî êrîşî hin herêmên nêzîkî navendê hatine bidestxistin.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE