Li Efxanistanê êrîşî pola zanîngehê kirin: 19 birîndar

Li Xezneya wîlayeta Efxanistanê bi bombeyê êrîşî poleke li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Xezneyê kirin û di êrîşê da 19 xwendekar birîndar bûn

Li Efxanistanê êrîşî pola zanîngehê kirin: 19 birîndar

Hat ragihandin ku li Xezneya wîlayeta Efxanistanê bi bombeyê êrîşî poleke li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Xezneyê kirin û di êrîşê da 19 xwendekar birîndar bûn.

Di daxuyaniya Walîtiya Xezneyê da hat destnîşankirin ku bombeya di poleke li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Xezneyê da hatibû bicîkirin di dema perwerdeyê da hat teqandin.

Hat ragihandin ku di êrîşê da 19 xwendekar birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Di daxuyaniya Nexweşxaneya Xezneyê da hat destnîşankirin ku rewşa 3 kesên di êrîşê da birîndar bûn giran e.

Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE