Li Herata wîlayeta Efxanistanê di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da 8 kes hatin kuştin.
Sayed Wahîd Qataliyê Waliyê Heratê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku êrîşkar bi wesayîta bombebarkirî va qereqola polêsan a li Genca herêma Heratê xiste hedef.
Qatalî destnîşan kir ku di êrîşê da 8 kes hatin kuştin, 53 kes jî birîndar bûn, ji ber teqînê gelek xaniyên li herêmê zirar dîtin.
Nexweşxaneya Dewletê ya Heratê diyar kir ku rewşa 6 birîndaran giran e.
Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe, Tariq Aryenê berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Taliban berpirsyar girt.
Wekî mayîn ji bo bidawîkirina tundiya li Efxanistanê di navbera heyetên Efxanistanê û Talibanê da mizakere li Dohaya paytextê Qeterê dewam dikin.
AA